Bi helbestên Neruda ez ketim nav Wêjeya Latîniya. Pişt re dengên min seh kir; deng ku ji peyvan belav dibû û bi lez û şeqê şeq jê diçû muazam bû. Ger ez ji nivîskar Fewzî Bîlge ku ji romana wiya dawî pasajek bigrim û li gor metnê adepte bikim ez ê wisa qal bikim bo zimanê Îspanyolî, hema nizanim çima xwîna min diteviziya ser vê zimanî.
Zimanek di nav qirik û lêvan de bi lez û bez bû, te digo qey tu peyvek ji dest bixî ew ê di derencokê gêr bive. Guhdarkirinê ferz dikir. Piştî xwîna min li ser tevizî ez bi ser ve çûm. Çend ro berê îspanyolek got, “Hablas Kurdo?” Min jî bi singek û dengek ji xwe bawer, “sî puedo hablar Kurdo”, bersivand. Çima konut bersiv ew qas bi hêz û coş derketibû? Zimanê min jî wek zimanên li seranserê cihanê dijiya wek wan bû. Ez ê “lê” bi pê ve nekim. Ez behsa “êş”, “minaminê” û “hawar”e nekim, zimanê min têr xwe xweş û xwedî ferasete. Zimanê min wek zimanên cihanê xurt û li ser xwe ye. Ji bo li ser xwe ye, êrîşên li ser wî deri meşandin çi qas giran bin jî ji heqê xwe derdikeve. An na vêga konut nivîs ew ê bi zimanekî din bihatana nivîsandin. Ji bo li ser xwe ye û her ku diçe bala milletê xwe dikşîne, erîşên sosret pêktên.
Bala kurdan dikşîne û xwendin û nivîsandin jî pê re zêde tabana. Ew ê bi xwendin û nivîsandinê bivênevê güç bide xeberdanê jî. Vêga kedkarên mesken zimanî bo xeberdan kêm bûye rabûne ser xwe. Tirsa lisana xêrnexwazan yanî dijminê vê zimanî jî dike gupegup. Çimkî destdanîne ser her tiştî, bo serkeftina wan a pîroz astengiyek maye, ew jî zimane. Li ser taca serkeftina xwe bo stêrka zêrîn pê ve kin gavek maye, ew jî ziman e. Paşiyê bi îspanyol re bi xeberdanek nîvdevî û bi pîranî jî bi destan me sohbetê li xwe dawî kir. Camêr ji welatek Emerikaya Latînî bû. Û bi qewlê Amediyan însanek ayîk bû. Me peyvên xwe yeko yeko dijmart çimkî îngîlîziya me qels bû hema tu bêje tunebû. Bi rêya wergerê kêm-zêde me ji hev fehm kiribû. Dinya alem dizane meseleya Kurdistanê, çi serdevkî çi ji kurî ve haya wî ji Kurdistanê û zordestiya ku lê tê kirin zanibû. Tahminen ji bo wî pirskir tu zimanê xwe zanî.
Hemû deriyan bi darê zore, bi pihînan, bi çêk û şûran kişandine û ketine hindir. İstikrar kurdî li esmanê welatê xwe geş tabana, sazî û dezgehên ziman û li ser çandê yek bi yek cilt vekirin. Meriv ji li vir hema bi rêya medyayê tabanına ku eleqe xurt û mezin heye. Şarederiyên welat bo ziman bikeve her qada jiyanê bi can û rih dixebitin, silav ji wan kesên ku konut armanc dane ber xwe. Dibistanên ji bo zarokên du salî sê salî çar salî li Zarokîstanê bi zimanê xwe dixweynin, fêr tabanın û bo pêşaroja me kelecanî didin civata xwe. Serdest ji viya aciz in ji bo vegera malê aciz in! Hin kes bi maskeyên xwe yê welatparêzî li ber vegera malê xwe bikin asteng jî li ber lehiya ziman ew ê jî têk biçin. Dewlet û sîstema ku li ser mezin bûye di nav tirsek daye, zanin ronkahiya welat têkçûna wan e. Her roj êrîş dikin; geh rojnamegerên me, geh siyasetmedarên me, geh nivîs û helbestkarên me, geh welatiyên me yên ked didin ziman, geh weşanxaneyên me, geh pirtûkfiroşên welat, saziyên çand û ziman… erîşa lîsteyê gelek dirêj e. Vêga ez ê bi lisana rihet “lê” zêde bikim.
Lê zimanek wisa berfireh hê jî nehatiye kolandin û bi her peyva xwe derî li ser derî vedike. Lê zimanek wisa ye ku ew qas bi derba kêr û gulleyan hê jî li ser xwe ye û mifteya azadiyê di singê xwe de dihewîne. Kurd çi qas rûyê xwe vedigerînin zimanê xwe hema te dî dengên cirnexweş û heramî kir qaraqar. Mesken istikrar ku dijminatiyê hêma dike ji me re xerîb nayê, sed sal e vê istikrar em seh dikin. Û erîşan pêk tînin bênavber û bênefes didomînin carcarna ew ên ku ketine nav gel, bi maskeyên xwe ye “azadî”, “demokrasiye” veşartine têkçûna ziman hêvî dikin. Exlaqên wan ên xwedêgiravî ji çepgirên ku di bingeha wan de bêhna faşîzmê tê bi awayekî veşartokî piştgîriye didin sîstema xwe û di ser da jî di cihê xwe de naseknin.
Bo kurdan ji kurdî paqij bikin hemû aparatên xwe dişînin li ser me. Qeyûmên destpêkê dîsa bi geşbûna çand û ziman, li xwe vegerandine qut bikin dest danîn ser şaredariyan. Piştî êrîşên ser ziman û çandê gel nerazîbûna xwe li kolanên welat eşkere kir û soza berxwedanê dan. Ti tiştek ew ê weka berê nîn be. Em ê bêhtir û bi çar alî ve ziman û çandê biparêzin. Vêga operasyonên ku bi destê nijadperestan li ser sazî û dezgehên kurdan pêk tinîn dengek ji xwedêgiravî ji xwe re “Türk Entelektüelleri” dibêjin dernakeve. Mislim Yucelî dîsa mafdar derket. Li ser pişta me ew ên ku dikin galagal û qaraqar di cihê xwe da tevizîne, wek her wextî û wek filmek egzotîk û müzik temaşe bikin tevdigerin. Hal û rewş û tevgirtinên wan her ku diçe deşîfre tabana mesken jî destpêkekê bo azadiya me ya pêşerojê.
Çend rojên berê polesan avêt ser saziyên gel. Ez ê nebêjim çima avêtin ser saziyên me, diyar e, eşkereye û wek rojê eyan beyan li ortê ye. Ber destê şeveqê bi postalên xwe yên olî-nijandperest ketin nav malan û bi piyên xwe ye necis tê de geriyan. Tabana hemû avahî û dibistanên me bigrin, lê konut ziman û çanda înyad ew ê ji binî wek do bi feraset û bi hêza xwe xweliya mirar bike bin lingê xwe. Min tiştek ferq kir û gelek xweşa min jî çû êdî kurd gazînan nakin li hemberî erîşan bi rexistin û feraseta xwe liberxwe didin. Erîş hebe li hemberî wî hêzek mafdar tîk tabana. Bila hezar silavên germ li kedkarên konut zimanî ku bi hovane çend ro berê hatin desteserkirin be: Mehmet Remzi Azizoğlu û Şükran Yakut, Rıfat Ronî(dîlket), Ramazan Holat, Dilan Güvenç, Nazan Çelik, Rezan Aktulum, Beritan Gürbet Orak, Berivan Duman, Ayhan Karatekin, Belkisa Süleymanoğlu Bitkin, Mehmet Salih Öngün, İlyas Gün, Hebun Yağmur, Mine Karakaş, Ahmet Boltan, Rabia Karayıl, İpek Oyur, Fatma İgin, Mustafa Açmaz, Hasan Gürpınar, Şilan Elmas Kan, Şehriban Ayluçtarhan, Niştiman Gül, Cihat Çağrıcı, Yaşar Aslan, Hasan İkvan, Mehmet Selim Rojda Yıldız.
Yazının Türkçesini buradan okuyabilirsiniz.